Li Sasona navçeya Batmanê rêya 17 gundan ji ber hezaza ku çêbû hat girtin.
Li gor agahiyan duh şev zêde baran barî û li taxa gundê Kinaliyê ya li ser Derînceya Sasonê hezaz çêbû.
Kevir, ax û zinara ji newalê hilweşiyan rê girt.
Ji ber hezazê rêya 17 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rê vekin dixebitin.
Ji ber hezazeke din jî ekîb bi baldarî dixebitin.