Li Batmanê di şerekî çekdarî de kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyan li taxa GAPê di navbera 2 kesan de ji ber sedemeke ne diyar pevçûn derket.
Pevçûna ku tê de çek hatin kişandin, Nurullah F. bi çek birîndar bû.
Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê.
Ji bo girtina êrîşkarê ku reviyaye xebat didomin.