Li Batmanê şerê çekdarî: Kuştiyek, 2 birîndar

Li gor agahiyên hatin bidestxistin li qehwexaneyeke li Taxa Bahçelîevlerê di navbera eqrebayan da ji ber nelihevkirina eraziyê nîqaş derket. Di bûyera ku guherî şer da aliyan gule berdan hev.

Li Batmanê şerê çekdarî: Kuştiyek, 2 birîndar

Li Batmanê di şerê çekdarî yaku di navbera eqrebayan derket da kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin li qehwexaneyeke li Taxa Bahçelîevlerê di navbera eqrebayan da ji ber nelihevkirina eraziyê nîqaş derket. 

Di bûyera ku guherî şer da aliyan gule berdan hev.

Li ser îxbara kesên hawirdor gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin. 

Polêsan midaxeleyî şer kir û paşê ekîban tesbît kir ku Suleyman Yel (40) li cihê bûyerê miriye. 

Birîndar Abdulkadîr Yel (46) û S.Y (17) rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Batmanê.

Derbarê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE