Li Batmanê şerê eraziyê: Yek jê xedar 17 birîndar

Di navbera du malbatan da ji ber lihevnekirina eraziyê şer derket.

Li Batmanê şerê eraziyê: Yek jê xedar 17 birîndar

Li gundê Oymataşa li ser navenda Batmanê di navbera du malbatan da ji ber lihevnekirina eraziyê şer derket, yek jê xedar 17 kes birîndar bûn.

Di navbera malbatên Şahîn û Tutarê da li mezraya Unluceyê ji ber lihevnekriina eraziyê nîqaş derket.

Nîqaş piştî demekî guherî şerê ku kevir, çov û çek hatine bikaranîn, di şer da yek jê xedar 17 kes birîndar bûn.

Ekîbên Tenduristiya Acîl ên 112an birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Ekîbên cendirmeyan piştî bûyerê li mezrayê tevdîrên ewlehiyê hildan.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE