Li Sasona navçeya Batmanê serwêsa xwendekaran welgeriya, li gor tesbîtên ewil 2 xwendekar mirin, 22 xwendekar jî birîndar bûn.
Serwêsa xwendekaran a ku navê ajokar û plakaya wê hê nayê zanîn nêzî gundê Gurgenliya li ser navçeyê welgeriya şerampolê.
Li ser îxbarê gelek ekîbên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Di encama qezayê da li gor tesbîtên ewil 2 xwendekar mirin, hin jê xedar 22 xwendekar jî birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an birîndar piştî midaxeleya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyê û Batmanê.
Ekîbên cendirmeyan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan.
AA