"Li Batman û Şırnakê bi balafirên maket hewl dan êrîşî yekîneyên eskerî bikin"

WPNyê diyar kir ku li Batman û Şırnakê bi balafirên maket hewl dan êrîşî yekîneyên eskerî bikin

"Li Batman û Şırnakê bi balafirên maket hewl dan êrîşî yekîneyên eskerî bikin"

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku li Batman û Şırnakê hin kesan hewl dan bi balafirên maket va êrîşî yekîneyên eskerî bikin, bi saya baldarbûna personelan û tevdîran xisar çênebû.

Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin:

"Hin kesan hewl dan ku bi balafirên maket va êrîşî Fermandariya Baregeha Sîstemên Balafira Bêmirrov a li Batmanê û Fermandariya Tumena Piyadeyan a 23yan ya li Şırnakê bikin, bi saya baldarbûna personelan û tevdîrên hatibûn hildan va zirar û zaiyat çênebû. Tevdîrên li yekîneyên me hatin zêdekirin."

Di daxuyaniya Walîtiya Batmanê da jî hatibû destnîşankirin ku di saet 23.10an da bi 3 balafirên maket va hewl dan êrîşî tesîsên eskerî bikin.

Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "Balafirên maket hatin berterefkirin. Tu zirar çênebû."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE