Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku li Batman û Şırnakê hin kesan hewl dan bi balafirên maket va êrîşî yekîneyên eskerî bikin, bi saya baldarbûna personelan û tevdîran xisar çênebû.
Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin:
"Hin kesan hewl dan ku bi balafirên maket va êrîşî Fermandariya Baregeha Sîstemên Balafira Bêmirrov a li Batmanê û Fermandariya Tumena Piyadeyan a 23yan ya li Şırnakê bikin, bi saya baldarbûna personelan û tevdîrên hatibûn hildan va zirar û zaiyat çênebû. Tevdîrên li yekîneyên me hatin zêdekirin."
Di daxuyaniya Walîtiya Batmanê da jî hatibû destnîşankirin ku di saet 23.10an da bi 3 balafirên maket va hewl dan êrîşî tesîsên eskerî bikin.
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "Balafirên maket hatin berterefkirin. Tu zirar çênebû."AA