Li Batman û Sêrtê nimêja eydê

Li Batman û Sêrtê gel ji bo nimêja eydê berê xwe da mizgeftan...

Li Batman û Sêrtê nimêja eydê

Li Batman û Sêrtê gel ji bo nimêja eydê berê xwe da mizgeftan.

Li Batmanê mizgeft tije bûn û nimêja eydê hat kirin.

Hin kesên ku di mizgeftan da cih nedîtin jî li hewşa mizgeftan ser zilûkan nimêj kir.

Miftiyê Bajêr Turgut Erhan li taxa Beldeyê Mizgefta Şevket Başakê beriya nimêjê wez da û li ser girîngiya nimêja eydê sekinî û peyamên yekîtî û bihevrabûnê da.

Piştî nimêjê gel li mizgeftê eyda hev pîroz kir.

- Sêrt

Sêrtiyan Mizgefta Xalid bîn Welîd tije kir û nimêja eydê kir.

Kesên ku di mizgeftan da cih nedîtin jî li hewşa mizgeftan ser zilûk û sicadeyan nimêj kir.

Cimaetê piştî xwendina xutbeyê û diakirinê eyda hev pîroz kir.

Dîroka nûkirinê: 04 Hezîran 2019, 15:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE