Şaredariya Batmanê ji bo morala welatiyên ku nikarin derve baş bike, çalakiyeke taybet li dar xist. Di çalakiyê de hunermendên herêmî li ser wesayîteke servekirî li nava bajêr geriyan, stranên xweş ên bi kurdî û tirkî gotin. Welatî jî bi çepikan tevlî konserê bûn.
Wesayîteke servekirî, hemû aliyên wê pankartkirî û li ser wê jî hunermendên herêmî stranan dibêjin.
Şaredariya Batmanê him ji bo kêfa welatiyên ku nikarin ji malê derkevin, him jî ji bo balê bikişînin ser tevdîran çalakiyeke taybet li dar xist.
Di çalakiyê de hunermedên herêmî bi wesayîta servekirî li nava bajêr geriyen, stranên bi Kurdî û Tirkî gotin.
Welatî jî ji ser şaneşînên xwe bi çepikan tevlî konsera hunermandan bûn.