Li Batmanê tevdîrên li dijî şewbê tên zêdekirin. Kesên ku emrê wan zêdetirî 65 salî ne, ji xeynî di navbera seat 10ên sibê û 5ê êvarê de wê nikaribin derkevin derve. Waliyê Batmanê, derket kuçe û kolanan û kontrola tevdîran kir.
Piştî ku hejmara nexweşan zêde bû, li Walitiya Batmanê civîna tevdîrên li dijî şewbê hat kirin.
Di civînê de biryar hat dayîn ku tevdîr bên zêdekirin.
Kesên ku emrê wan ji 65 salî zêdetir e, wê ji xeynî di navbera seat 10ê sibê û 5ê êvarê de nikaribin derkevin derve.
Yên ku wezîfeyên wan ên mecbûrî hebin ne di çarçoveya qedexeyê de ne.
Walî Hulusi Şahin, piştî civînê derket kuçe û kolanan û tevdîr kontrol kirin.