Li Batmanê tewle hilweşiya: gelek pez di bin da mirar bû

"Nêzî 20 hezar lireyî zirara min çêbû"

Li Batmanê tewle hilweşiya: gelek pez di bin da mirar bû

Li Heskîfa navçeya Batmanê tewle hilşiya û 22 pez di bin da mirar bûn.

Li gor agahiya ku hat hildan, li gundê Yakayê tewleya Sadik Gok piştî baranê tep bû.

Di bin enkaza tewleyê da 22 pez mirar bûn.

Gok daxuyanî da rojanamegeran û got ku wî debara xwe bi wan heywanan dikir û ew jî mirar bûn û wiha dewam kir, "Nêzî 20 hezar lireyî zirara min çêbû. Ez ji rayedaran dixwazim ku di vê mijarê da alîkariya min bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE