Li Batmanê tonek esrar hat bidestxistin

Di lêgerîna tirekî da tonek esrara di nav boriyên plastîk da hatiye veşartin, hat bidestxistin. Şofêrê tirê A.Y. hat binçavkirin

Li Batmanê tonek esrar hat bidestxistin

Li Batmanê di lêgerîna tirekî da tonek esrara di nav boriyên plastîk da hatiye veşartin, hat bidestxistin.

Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk ya Midûriya Ewlehiya Bajêr li ser îxbarekî li hemberî çavkaniyên aboriyê yên PKKya rêxistina terorê operasyon kirin.

Di operasyonê da tira ku şofêrê wê A.Y. û plaqeya wê 71 EV 671 bû li devê Batmanê hat sekinandin.

Tîman bi kuçikê narkotîkê "Maya" ra lêgerîn kirin.

Di tirê da tonek esrara di nav boriyên plastîk da hatiye veşartin, hat bidestxistin.

Şofêr A.Y. hat binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE