Li Heskîfa navçeya Batmanê wesayîta bizirx wergeriya û tê da 3 esker, 4 gundparêz birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, wesayîta bizirx a ku esker û gundparêz tê da bûn, ji navçeya Heskîfê diçû Qereqola Cendirmeya Navçeyê ya Gercuşê, lê nêzî Qereqola Cendirmeyê ya Yolustuyê wergeriya.
Di qezayê da 3 esker û 4 gundparêz birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Heskîfê, Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Batmanê û nexweşxaneyên taybet ên bajêr.
Hat gotin ku ji birîndaran rewşa eskerek û gundparêzekî giran e.
AA