Li Battalgaziyê çalakiya ji bo 107. salvegera Sarıkamışê 

Li navçeya Battalgaziyê hin şanogeran di Trambusê de lîstikeke şanoyê ya bûyerê pêşkêş kir 

Li Battalgaziyê çalakiya ji bo 107. salvegera Sarıkamışê 

Li Battalgazi̇ya Meletiyê ji bo 107emîn salvegera bûyera sarikamişê çalakiyek hat lidarxistin. di çalakiyê de hin şanogeran di trambusên navbajêr de şanoyek li dar xist. Welatî bi vê şanoyê gelek hestyar bûn û giriyan.

Şaredariya Battalgaziyê ji bo 107emîn salvegera bûyera Sarıkamışê xebatek amade kir. 

Di çarçoveya xebatê de şanoger li Trambusan siwar bûn û bi kincên şehidên Sarıkamışê lîstikeke şanoyê lîstin. 

Di şanoyê de lîstikvanan nameya dayikeke şehîdê Sarıkamışê xwend û şanogerên bi kincên şehîdan jî bersiv dan nameyê. 

Di dema şanoyê de mirov gelek hestyar bûn û heta giriyan jî. 

Şaredariya Battalgaziyê û şanogeran bi vê çalakiyê xwestin ku gel bûyera Sarıkamışê ji bîr neke û tim bi bîr bîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE