Li Baxçeyê dibistanê gihandin

Ji 6 ton îsotê tonek salça çêkirin, ya ma jî hişk dikin

Li Baxçeyê dibistanê gihandin

Li Qosera Mêrdînê, 13 jin, di çarçoveya projeya “jin bi çandiniyê debara mala xwe dikin” li baxçeyê mektebê, îsot çandibûn. Jinan mehsûlên xwe berhev kirin û ji bo firotinê hazir kirin.

Îdareya GAPê û Midûriya Perwerdeyê ji bo kebaniyên malê projeyek hevpar dabû destpêkirin.

Di projeyê de 13 jin li baxçeyê mekteba Ehmedê Xanî îsota Rihayê ya navdar çandin.

Niha jî dor hat berhevkirina îsotan.

Jin dixwazin proje dewam bike û ji bo vê jî li benda mişteriyên xwe ne.

Jinên Qoserî bi saya vê projeyê him hîni çandin û çêkirina xurekan dibin him jî îdareya mala xwe dikin.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE