Li Baxlara navçeya Diyarbekirê ji bo destgeha xalîçeyan a bi piştgiriya Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel hat vekirin merasim hat lidarxistin.
Huseyîn Beyogluyê Şaredarê Baxlarê û Durdane Beyogluya xanima wî beşdarî merasima vekirinê ya destgeha xalîçeyan a li Taxa Fatîhê bûn.
Beyoglu diyar kir ku ew ê hemû piştgiriyê bidin jinên tevkariyê didin hilberîn û îstixdamê û wiha axivî: "Li ku derê meriv hebin em li wê derê ne. Ji ber ku bi welatiyên xwe ra tên ba hev em gelekî kêfxweş dibin."
Beyoglu li destgehê geriya got ku ew ê piştgiriyê bidin jinên dixwazin tevkariyê bidin hilberînê û debara malbatên xwe.
Şaredar Beyoglu bi jinan a axivî û destnîşan kir ku hemû hewlên ji bo hilberîn û îstixdamê ji bo wan bi qîmet in.
Beyoglu paşê esnafên navçeyê ziyaret kirin û bi welatiyan ra xeber da.