Li bazarên heywanan qerebalixiya eydê

Li bazarên heywanên zindî yên li Şanliûrfa û Meletiyê ji ber nêzîkbûna eydê qerebalixî zêde bû.

Li bazarên heywanan qerebalixiya eydê

Li bazarên heywanên zindî yên li Şanliûrfa û Meletiyê ji ber nêzîkbûna eydê qerebalixî zêde bû.

Li Şanliurfaya ku yek ji navendên giring ên heywandariyê ye, li bazarên curbicur ên li navenda wîlayetê û derdora wê heywanên ji bo qurbanê tên nimayişkirin.

Kiryarên ku tên bazaran bi hurgilî li heywanan dinerin û dikevin nava bazareke şidiyayî.

Îsmaîl Keleşogluyê ji esnafên bazarê ji bo nûçegihanê AAyê axivî û anî ziman ku firotin li gorî par hinek kêm bûye û wiha pê de çû:

"Ji eydê re gelek nema kiryar îdî têne bazarê lê belê ez dibêm par qerebalixtir bû. Kiryar li heywanên erzan digerin. Buhayên qurbaniyan li gorî par 100-200 lîre zêde bûne. Beranê ku par bi hezar lîreyî dihat kirîn îsal em bi derdora hezar û 200 lîreyî difiroşin."

Halil Demirê kiryarê qurbanê jî anî ziman ku di heman demê de ji molbata xwe 3 pez kirîne û got, "Piştî bazareke şidiyayî min hersê qurbanî bi 3 hezar û 300 lîreyî kirîn. Nuha buha hinekî giran in. Xwedê teala îbadeta qurbanê ya her kesî qebûl bike."

- Meletî

Bazarên heywanên zindî yên li Meletiyê ji ber Eyda Qurbanê qereblix in.

Firoşyarên qurbanan yên ku ji bajarên weke Sêwas, Diyarbekir, Adiyaman tên kêfxweşiya xwe ji ber firoştina heywanên xwe anîn ziman.

Halîs Sariogluyê ku ji Diyarbekirê 30 pez anîbû bazara heywanên zindî di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku firotin baş in û got, "Di nava 2 rojan de min 10 heywan firotin. Kîlograma goştê qurbanê bi saxî, 18 lîre ye. Me par jî ni heman fiyetî dan. Bila welatî werin kêfxweş bibin. Dê qurbanê şerjêkin bila malê xwemalî bikirin, xwedî li sermayeya millî derkevin."

Ji aliyekî din ve xweyîker jî texmîn dikin ku dê roja erefê û roja yekem a eydê de firotin zêde bibin. 

Dîroka nûkirinê: 20 Tebax 2018, 10:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE