Li Bazîda navçeya Agiriyê li ciyê kamp û seyranê ya kargehekê şewat derket, lêbelê berî ku geş bibe hat vemirandin.
Li taxa Sarigul a navçeyê li ciyê kamp û seyranê ya kargehekê ya li ser Kolana Îshaqpaşa, agir bi eşyayê ku danîbûn rexê bînaya terikandî ket.
Li ser îxbara welatiyan, ekîbên agirkujiyê hatin ciyê bûyerê û berî ku geş bibe, agir vemirandin.
Sedema şewata ku ziyaneke piçûk li dû xwe hişt, tê lêkolînkirin.