Li ÎBByê merasima destguhertina rêveberiyê sibê ye

Hat ragihandin, Ekrem Îmamoglu ku li Stenbolê di hilbijartina dubareyê da li gorî encamên nefermî wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin hat hilbijartin, dê peywirê sibê hilde ser xwe.

Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin, "Merasima destguhertina peywira Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê dê li avahiya Serokatiya ÎBByê ya li Saraçhaneyê di 27ê hezîranê roja pêncşemê saet 18.00an da were kirin. Ji bo raya giştî bi rêzdarî tê ragihandin."

Piştî hilbijartina 31ê adarê ji ber ku mezbete hat betalkirin, Walîtiyê Stenbolê Ali Yerlikaya wekî wekîl li ciyê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê dinihêrî.

Dîroka nûkirinê: 26 Hezîran 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE