Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li dorbera Uçevlera gundê Bedlîsê di binê erdê da teqemenî hat dîtin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin li ser îstixbarata Fermandariya Cendirmeyan ya Bedlîsê li dorbera gundê Uçevlerê operasyon hat kirin û di operasyonê da kîloyek teqemeniya plastîk, 10 mêtro fitîla teqandinê, serê rokêtavêjekê û 2 tûpên mezin yên vala di binê erdê da hat dîtin.
Hat diyarkirin ku melzemeyên hatin dîtin bi serkeftî hatine îmhekirin.
AA