Li herêma Siirtê gelek welatî debara xwe bi tûyan dikin. Tenê li bajaroka Begendika Pervariyê nêzî 400 malbat îdara xwe bi tûyên hişk dikin. Tê gotin ku li bêdarê salê nêzî 300 ton tûyên hişt tên berhevkirin û firotin.
Pêşî ji daran tûyan dadiweşînin, paşê li ber tavê hişk dikin û difiroşin.
Ev dîmen ji Bêdara bajaroka Pervariyê ya navçeya Siirtê ne.
Li bajarokê ji ber hewaya xweş û ava zêde gelek darên tûyan şîn dibin û ber digirin.
Darên tûyan jî ji bo gelek malbatan dibin wesîleya derbarê.
Li Bêdarê nêzî 400 malbat debara xwe bi tûyan dikin.
Tê gotin ku her sal ji Bêdarê nêzî 300 ton tûyên hişk tên berhevkirin û firotin.