Li Behra Marmarayê 6 hezar û 564 mêtrokup musîlaj hat paqijkirin

Li Behra Marmarayê 6 hezar û 564 mêtrokup musîlaj hat paqijkirin

Murat Kurumê Wezîrê Hawirdor û Bajrvaniyê diyar kir ku hetanî niha 6 hezar û 564 mêtrokup musîlaj ji Behra Marmarayê paqij kirin.

Kurum li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê seferberiya musîlajê ya li Behra Marmarayê da wiha got:

"Di roja 17an a xebatên paqijkirina musîlajê da me 406 mêtrokup musîlaj paqij kir. Bi 24ê hezîranê pê va me 6 hezar û 564 mêtrokup musîlaja li behrê paqij kir. Li Stenbolê 2 hezar û 858 mêtrokup, li Kocaliyê 435 mêtrokup, li Bursayê 143 mêtrokup, li Tekirdaxê 154 mêtrokup, li Balikesirê 644 mêtrokup, li Çeneqeleyê 678 mêtrokup, li Yalovayê 1652 mêtrokup musîlaja li behrê hat paqijkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE