Li peravên Şarkoya navçeya Tekirdagê bi lerza 4,1ê erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Afat û Acilê (AFAD), di saet 23.20î da li Behra Marmarayê li peravên Şarkoya navçeya Tekirdagê bi lerza 4,1ê erd hejiya.
Erdhej 7 kîlomêtre di binê erdê behrê da çêbû û navenda erdhejê 6,25 kîlomêtre dûrî navçeya Şarkoyê ye.
AA