Li Behra Marmarayê xebatên paqijkirina musîlajê

Hêzên Deryayî heyeteke teknîkî damezirand ku bandorên muhtemel ên musîlajê yên li ser keştiyan tesbît bike

Li Behra Marmarayê xebatên paqijkirina musîlajê

Fermandariya Hêzên Deryayî ku beşdarî xebatên paqijkirina musîlaja (gilêza behrê) di Behra Marmarayê da bû, heyeteke teknîkî damezirand ku bandorên muhtemel ên musîlajê yên li ser keştiyan tesbît bike.

Di çarçoveya seferberiya paqijkirina behrê da ya ku 8ê Hezîranê ji hêla Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di çarçoveya Plana Çalakiyê ya Behra Marmarayê da hat destpêkirin, li Stenbol, Kocaelî, Bursa, Balikesîr, Çanakkale, Yaloa û Tekîrdaxê li 31 ciyên diyarkirî xebata paqijkirinê dest pê kir.

Di çarçoveya xebatên ku keştiyên Fermandariya Hêzên Deryayî jî beşdar in da roja ewil li 15 herêman 235,2 metrekûp musîlaj hat topkirin.

Di roja duyem a xebatê da jî li 16 herêman bi pergala topkirina ji bejayê û behrê, bi tevahî 156,6 metrekûp musîlaj hat paqijkirin. Her wiha 11ê Hezîranê jî 464,1 metrekûp musîlaj hat topkirin. Hat diyarkirin, di encama van xebatan da bi tevahî 1197,2 metrekûp musîlaj hat paqijkirin.

Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê yên ku beşdariya van xebatan kir, di bin baskê xwe da jî xebateke nû da destpêkirin.

Ji hêla Fermandariya Hêzên Deryayî ji bo tesbîtkirina bandorên muhtemel ên musîlajê li tersaneyan xebat dan destpêkirin.

Heyetên teknîkî hatin damezirandin da ku bandorên ihtimal ên musîlajê yên li ser keştiyan tesbît bikin. Heyet li Fermandariya Tersaneyê ya li Golcukê lêkolînên xwe didomînin.

Tê pêşbînîkirin, rapora ku heyet dê amade bikin dê ji Wezareta Parastina Neteweyî ra were pêşkêşkirin û dû ra jî li gorî raporê dê nexşeyek were destnîşankirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE