Li Behra Spî bi lerza 4,1ê erdhej çêbû

Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD), di saet 05.05an da li peravên navçeya Alanyayê bi lerza 4,1ê erdhej çêbû.

Li Behra Spî bi lerza 4,1ê erdhej çêbû

Li Behra Spî li peravên Alanyaya navçeya Antalyayê bi lerza 4,1ê erdhej çêbû.

Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD), di saet 05.05an da li peravên navçeya Alanyayê bi lerza 4,1ê erdhej çêbû.

Hat tesbîtkirin ku erdhej 14,20 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.

Qaymeqamê Alanyayê Fatîh Urkmezer ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li navçeyê erdhej çêbû û wiha dewam kir: "Piştî erdhejê li tevahiya navçeyê me tu xebereke nebaş nebihîst. Li qadên di bin kontrola cendirme û polêsên me da em rastî tu xirabiyê nehatin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE