Li Behra Spî bi lerza 4,9an erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) hat dayîn, li Behra Spî di saet 04.09ê da bi lerza 4,9an erd hejiya.
Li gor tesbîtê erdhej 6,05 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û navenda wê 290 û 295 kîlomêtre dûrî Datçaya navçeya Muglayê ye.
Ji aliyê din va di saet 03.40î da bi lerza 4an nêzî heman herêmê erdhejeke din jî çêbûbû.AA