Li Behra Vanê ji nû va dest bi xebatên derxistina cinazeyan kirin

Xebatên ji bo derxistina cesedên di keleka li nêzî Girava Çarpanakê ya li Behra Vanê binav bibû da dihatin meşandin dîsa dest pê kirin.

Li Behra Vanê ji nû va dest bi xebatên derxistina cinazeyan kirin

Xebatên ji bo derxistina cesedên di keleka li nêzî Girava Çarpanakê ya li Behra Vanê binav bibû da dihatin meşandin dîsa dest pê kirin.

Li Altinsaça taxa Gevaşê kelek derketibû rê û paşê jê tu xeberek nehatibû hildan. Ji bo derxistina kelekê û cesedan xebat dewam dikin.

Ekîbên Ewlekariya Navxweyî ya Cendirmeyan, JAK, Ewlekariya Peravê, Midûriyeta Ewlekariyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê, ekîbeke Hêzên Behrê, tîma ji 6 kesan pêk tê ya Wezareta Parastina Neteweyî ji Stenbolê şand ber bi herêma kelek lê ye derketin rê.

Ekîb li perava Girava Çarpanakê ya li Gola Vanê bi 4 ROW û 4 cîhazên sonarê va xebatan dimeşînin.

Bûyer

Li Altinsaça gundê Gevaşa navçeya Vanê 27ê Hezîranê ji Sedat û Medenî Akbaşê ku bi keleka xwe ajotin nava Behra Vanê demeke dirêj xeber nehat hildan û li ser vê mixtarê taxê îxbar kiribû ku du kes winda ne.

Li ser vê firokeyên bi kamerayên termal, ÎHA û botan va li ser û dora golê dest bi xebatên lêgerînê kirin, kelek li perava Girava Çarpanakê hatibû dîtin û 106 mêtre di binê avê da bû. Cesedê 19 kesên tê nirxandin ku biyanî ne hatibûn dîtin. Ji ber vê 5 kes hatibûn girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE