Li Behra Vanê bobelatek qewimî. şikefa ku koçberên qaçax dibirin, gava nêzî peravê bû wergeriya.7 kesan jiyana xwe ji dest da, 64 kes jî hatin xilaskirin.
Koçberên qaçax ên Pakistanî, Bangladeşî û Efxan di Behra Wanê re bi şikefekê derbasî Adilcevazê dibûn.
Şikefa koçberan nîvê şevê, gava nêzî peravê dibû wergeriya.
Personelên ku hatin cihê bûyerê, cinazeyên 5 kesan dîtin.
66 kes xilas kirin û birin nexweşxanê.
2 koçberan jî li nexweşxanê can da.
Tedawiya 64 koçberan dewam dike.
Îhtimal heye hin koçber di avê de wenda bûbûn; niha li wan digerin.
Dozger derbarê bûyerê de lêkolîna edlî û îdarî da destpêkirin.