Li behra Vanê tetbîqateke hêja çêbû

Wezîfedaran ji bo xelaskirina nexweşan hewleke mezin da

Li behra Vanê tetbîqateke hêja çêbû

Li behra Vanê tîmên 112ê, UMKE, Fermandariya Cerdirmeyan a Bedlisê û Midûriyeta Ewlekariyê tetbîqateke xelaskirinê çêkir. 

Ev dîmen ji ferîboteke li ser Behra Wanê ne.

Tîmek bi botê diçe ber wê, pê ve hevraz dibe û nexweşê tê de xelas dike.

Tîmên 112ê, Xelaskirina Medîkal UMKE, Fermandariya Cendirmeyan a Bedlîsê û Midûriyeta Ewlekariyê di Behra Wanê de tetbîqateke girîng li dar xist.

Zêdetirî 30 personel beşdarî tetbîqatê bûn.

Li gorî senaryoyê kesek di ferîbotê de nexweş ket.

Piştî agahdarkirinê tîmên 112ê, UMKE, ewlekarî û cendirme bi botê çûn cem ferîbotê û di demeke kurt de xwe gihandin merivê nexweş.

Herî dawî jî wan nexweş gihand ambûlansê û şand nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku wê di demên bê de jî dîsa tetbîqatên wisa werin kirin.

Dîroka nûkirinê: 13 Tîrmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE