Li Behra Vanê xebatên lêgerînê: cesedek din hat dîtin

Cinaze bi wesayîta Şaredariya Bajarê Mezin Vanê va rakirin Saziya Tipa Edlî ya Vanê .

Li Behra Vanê xebatên lêgerînê: cesedek din hat dîtin

Li Vanê di xebatên lêgerîna keştiya binavbûyî ya ku di 27ê hezîranê da li Behra Vanê winda bûbû da cesedê kesekî din jî hat dîtin. 

Keştiya ku ji Altinsaça taxa Gewaşê daketibû Behra Vanê winda bibû û xebatên ji bo dîtina cesedan dewam dikin.

Cendirme, tîmên Lêgerîna Binê Avê (SAK), Cendirmeyên Lêgerîn û Xilaskirinê (JAK), tîmên Midûriya Ewlehiyê, AFAD, UMKE û tenduristiyê bi cîhazên sonar û cîhazên ROWê va li herêma Girava Çarpanaxê ya ku keştî binav bibû xebatên xwe didomînin.

Di xebatên îro yên li herêmê da ekîban cesedê kesekî din jî dîtin. Bi vî awayî hetanî nika 46 cesed hatin dîtin.

Cinaze bi wesayîta Şaredariya Bajarê Mezin Vanê va rakirin Saziya Tipa Edlî ya Vanê .

 Bûyer

Li Altinsaça taxa Gewaşê di 27ê Hezîranê da Sedat û Medeni Akbaş bi keştiya xwe va daketibûn Behra Vanê . Ji ber ku demeke dirêj deng ji wan derneketibû mixtarê gund agahî dabû rayedaran ku ew winda bûne.

Li ser vê firokeyên tê da kamerayên termal ên şevê dikarin bibînin hene bi ÎHA û botan va li golê lêgerîn kiribûn, şopa keştiyê 106,5 mêtre di binê avê da li nêzîkî Girava Çarpanaxê dîtibûn.

Di lêpirsînê da 5 kes hatibûn girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE