"Li ber bicîanîna Plana Xebatê ya Mafên Mirovan pêvajoyeke 2 salî heye"

Wezîrê Edaletê Gul der barê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da diyar kir gaveke rêwîtiya reformê ya AK Partiyê ye ku ji roja hatiye avakirin vir va bênavber didomîne û wiha axivî, "Heger hûn bipirsin, ji bona we di Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da sernavê herî girîng kîjan e, ez ê bibêjim ewlehiya hiqûqê ye. Heger bi cî were wê welatiyên me yên li Kolana Îstiqlalê, Meydana Kizilayê, li Sûra Diyarbekirê û li Konaka Îzmirê jî feydeyên wê hîs bikin."

"Li ber bicîanîna Plana Xebatê ya Mafên Mirovan pêvajoyeke 2 salî heye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, "Li ber bicîanîna Plana Xebatê ya Mafên Mirovan pêvajoyeke 2 salî heye. Hemû xebat wê di nav 2 salan da temam bibin."

Gul li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da axivî.

Wezîrê Edaletê Gul der barê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da diyar kir gaveke rêwîtiya reformê ya AK Partiyê ye ku ji roja hatiye avakirin vir va bênavber didomîne û wiha axivî, "Heger hûn bipirsin, ji bona we di Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da sernavê herî girîng kîjan e, ez ê bibêjim ewlehiya hiqûqê ye. Heger bi cî were wê welatiyên me yên li Kolana Îstiqlalê, Meydana Kizilayê, li Sûra Diyarbekirê û li Konaka Îzmirê jî feydeyên wê hîs bikin."

Gul der heqê xebatên li ser çêkirina destûra bingehîn ya nû da destnîşan kir dixwazin pêvajoya ku wê bibe destûra her kesî bi berfirehî bimeşînin û wiha peyivî, "Tirkiye mehkûmî destûra derbekaran e ku pê bê îdarekirin? Sivîl û partiyên siyasî nikarin destûreke nû çêkin? Helbet wisa nîne. Tirkiye layiqî vê ye û li gorî baweriya min em ê di pêşerojê da çêkin."

Wezîrê Edaletê Gul der barê rexneyên dijî Plana Xebatê ya Mafên Mirovan da wiha got, "Rexne biqîmet in. Em ê bi baldarî mêze bikin û rexneyên cidî û erênî piştguh nekin. Ev metna qanûnê nîne, belgeya niyeta baş e."

Gul destnîşan kir li ber bicîanîna Plana Xebatê ya Mafên Mirovan pêvajoyeke 2 salî heye û hemû xebat wê di nav 2 salan da temam bibin û wiha axivî, "Ev metin tenê ji bona partiyên siyasî derneketiye, ji bona hemû însanên me ye... Ji ber ku hemû welatiyên me eleqedar dike me mijarê bi hemû derdorên civakê ra gotûbêj kir. Em ê hedefên xwe deynin û ji çavdêriya gelê xwe ra vekin. Li gorî qinaeta min mijarên ku welatiyên me rasterast eleqedar dikin wê demildest bibin qanûn."

Wezîrê Edaletê Gul destnîşan kir Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ne tenê ji bona dadgeh, dadger û dozgeran di her warî da ji bona hemû raya giştî ye û wiha pê da çû, "Pêvajoyeke wisa ye ku wê di her warî da bandoreke erênî li ser welatiyên me çêbe. Ya herî girîng jî divê kesên bisepînin xwedî lê derkevin. 'Reform'a ku em behs dikin rewş û hişmendiyek e, di vê mijarê da jî îradeya xwedîlêderketina vê hişmendiyê ye."

Gul der barê guherandina rêziknameya hilbijartin û partiyên siyasî da got ku li gorî qinaeta min êdî tu qîmeta benda hilbijartinê nemaye û wiha dewam kir, "Ji bo ku raya ciwanekî li Keşanê bi çalak tevlî rêveberiya welêt bibe çi lazim dike em ê bikin."

Wezîrê Edaletê Gul diyar kir helwesta Yekîtiya Ewropayê (YE) çi dibe bira bibe wê bi helwesta 'welatiyên me layiqî tiştên herî baş in' hemû reformên xwe bidomînin.

Gul ji bona muafiyeta vîzeyê destnîşan kir Tirkiyeyê amadehiyên girîng kir û got ku heke YE semîmî tevbigere tevkariyê bide, fikra min ew e ku em ê encamên baş bidest bixin.

Wezîrê Edaletê Gul got ku dikarin qedexeya girtinê ya cezayên ji 2 salan kêmtir bi tevahî rakin, teqdîrê bidin hakim, mixatabê vê mijarê Meclis e.

Gul destnîşan kir di lêpirsînên civakê aciz dikin, pergala kamuyê tehdîd dikin, mijarên dibêjin 'heyran ev jî nabe' da jî baldarî lazim dike.

Wezîrê Edaletê Gul ji bona îsnadên neheq wiha axivî, "Ji bo van bêşermên îftirayan diavêjin merivan edliye, CÎMER û hêzên ewlekariyê zêde mijûl nekin, em bi hev ra rûmeta mirovahiyê biparêzin."

Gul der heqê tundiya dijî jinan da got ku em guherînekê dikin ku kesên her gav tacîz û teqîbê dikin bên girtin.

Wezîrê Edaletê Gul di berdewamiyê da ji bona mafên heywanan jî got ku di Qanûna Cezayê ya Tirk da ferqa heywanên 'bixweyî û bêxweyî' heye, heywan mal nînin, bixweyî yan jî bêxweyî divê eziyet sûc be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE