Li ber deriyê Avrupayê sekina penaberan ket roja 13an

Hin penaber bi hêviya ku Yunanistan wê deriyan veke li herêma tampon a navbera deriyên sînor ên Pazarkule-Kastaniesê û li daristana nêzî herêma tampon bendewar in

Li ber deriyê Avrupayê sekina penaberan ket roja 13an

Penaber 13 roj in li ber sînorê Avrupayê sekinîne.

Stenbol di serî da ji gelek bajarên Anadoluyê penaber hatin Edirneyê û têkoşîna wan a ku ji bo derbasî Avrupayê bibin, didome.

Penaber herî zêde ser çeman ra derbas dibin.

Hin penaber bi hêviya ku Yunanistan wê deriyan veke li herêma tampon a navbera deriyên sînor ên Pazarkule-Kastaniesê û li daristana nêzî herêma tampon bendewar in.

Ji 5 hezarî zêdetir penaber li van herêman çadir avakirin û şeva xwe di çadiran da derbas kirin. Ji ber ku bi şev hewa sar e, tesîra sermayê herî zêde li ser malbatên ku zarokên wan hene, çêdibe. Ji duh êvarê pê va jî baranê dest pê kir û bi şev jî barî. Serê sibê tavê dayê.

Hêzên asayîşê yên Yunanistanê li ber Deriyê Sînor ê Kastaniesê bi têlên ku cilêt pê va kirine va barîkat danîn, carinan ava tazyîq li penaberan dikin, bombeyên deng û îsotê davêjin nav penaberan, carinan jî bi guleyên rastîn agir dikin.

Hêzên sînor ên Yunan li ser sînor kozik vedan û li ber qeraxê Çemê Merîçê jî ji têlê çît kişandin. Hin kesên ku ji sînor derbas dibin jî rastî miemeleya xerab a yekîneyên sînor ên Yewnan tên.

Penaberên ku ji sînor derbasî Yunanistanê dibin û bi çekên yekîneyên sînor birîndar dibin, mecbûr dimînin û vedigerin Tirkiyeyê.

Talûkeya hin penberên ku birîndar bûn û li nexweşxaneyên Edirneyê tên tedawîkirin, dewam dike.

- Derbasbûn dewam dikin

Derbasbûnên Yunanistanê ser çem ra dewam dike. Penaberên ku hêviya êvarê disekinin, ji gundên ser sînor ra derbasî Yunanistanê dibin.

Ji bo pêşîlêgirtin û paşveşandinê polsên herekata taybet 24 saetan dewriyeyê digerin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE