Bi sedan kes li ber Konsolosxaneya Misrê civiyan û ji bo Mihemed Mursiyê Serokomarê ewil ê hilbijartî yê Misrê ku wefat kir, nimêja cinaze ya xiyabî kir.
Li ser bangewaziya saziyên civata sivîl komek li ber Konsolosxaneya Misrê ya li Beşîktaşê civiya û hikûmeta niha ya Misrê şermezar kir û seba Mursiyê ku wefat kir, dia kirin.
Komê wêneyên Mursî û pankartên li ser "Ji bo zaliman bijî dojeh" bi xwe ra gerandin û bi Tirkî û Erebî duruşme berz kirin û berpirsê mirina Mursî Serokomarê derbekar Ebdulfettah es-Sîsî dan nîşan.
Bi sedan kesan nimêja cinaze ya xiyabî kir û paşê ji bo Mursiyê wefat kir, careke din dia kirin.
Ji aliyekî din va hat dîtin ku polêsan li derdora konsolosxaneyê tevdîra ewlehiyê hildan.