Li Beştepeyê civîna MGKê

Serok Erdoğan wê ji civînê re serokatiye bike...

Li Beştepeyê civîna MGKê

Lijneya Ewlehiya Neteweyî bi serokatiya Serok Erdoğan sibê dicive. Di civînê de Operasyona Muhtemel a li ser Rojhilatê Firatê û haziriyên tên kirin dê bên nirxandin. Mijarên wek teslîmkirin s-400an, balafirên şer ên F-35ê û geşedanên li Behraspîya Rojhilat jî wê di civînê de werin axaftin.

Operasyona ku çav li rê ye bi ser Rojhilatê Firatê de bê kirin,

Nîqaşên ji bo avakirina herêma ewle, Teslîmkirina s-400an, balafirên şer ên F-35ê û xebatên sondajê yên li Rojhilatê Behraspî…

Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyî wê sibê bi van mijaran bicive.

Serok Recep Tayyip Erdoğan jî wê serokatiya civînê bike.

Mijara ewil a civînê amadehiyên operasyona mûxtemel a li ser rojhilatê Feratê ye.

Tê çaverêkirin ku Wezîrê Parastinê Hulusî Akar derbarê mijarê de agahiyan bide.

Her wiha Nûnerê taybet ê Sûriyê yê Emerîkayê James Jeffrey hefteya borî ji bo hin hevdîtinan hatibû Tirkiyê. Ev serdan jî di civînê de wê bê nirxandin.

Ji bo herêma ewle di navbera eskerên Tirkiye û Emerîkayê de koma xebatan hatibû avakirin. Xebat û feeliyetên vê komê jî dê bên nirxandin.

Pêvajoya teslîmkirina S-400an jî di rojeva MGK’ê de ye.

Teslîmkirina bataryayên ewil temam bû. Bicihkirina bataryayan dê bên nirxandin.

Di civînê de wê li ser îxtimala mueyîdeyên Emerikayê gavên hewce bên nirxandin.

Her wiha li ser îxtimala derxistina Tirkiyê ya ji bernameya F-35an jî wê nexşerêyek bê diyarkirin.

Û geşedanên li Rojhilatê Behra spî …

Wê qonaxa xebatên sondajê yên keştiyên Tirkiyê jî di Lijneya Ewlehiya Neteweyî de bê nirxandin.

Her wiha çav li rê ye ku derheqê rewşa dawî ya Rojhilatê Behra spî de Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu û Wezîrê Enerjî Û Çavkaniyên Sirûştî Fatih Dönmez jî di lijneyê de axaftinê bikin.

Dîroka nûkirinê: 30 Tîrmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE