Li Beştepeyê merasîma fermî

Erdoğan bi merasîma fermî pêşwazî li Serokkomarê Îranê Rûhanî kir...

Li Beştepeyê merasîma fermî

Enqere mêvanekî girîng diezimîne. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî li Beştepeyê ye. Serok Recep Tayyip Erdoğan mêvanê xwe li Beştepeyê bi merasîma fermî pêşwazî kir. Herdu serok di nava rojê de wê serokatiya 5emîn civîna konseya hevkariyê ya di asta bilin de bikin.

Serok Erdoğan, li ber deriyê kulliyeyê bi yekîneyên siwarî Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî pêşwazî kir.

Piştî sirûdên neteweyî yên derdu dewlatan Hesen Ruhanî silav da leşkeran.

Pişt re herdu lîder şandeyên xwe dan nasîn.

Serok Erdoğan û Ruhanî derketin ber kamerayan û pişt re jî derbasî hundir bûn.

Herdu lîder wê serokatiya 5emîn Cîvîna Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiyê û Îranê bikin.

Di koşka Çankayayê de Forûma Kar a Tirkiyê û Îranê wê bê lidarxistin.

Di civînê de têkiliyên navbera Tirkiyê û Îranê bi hamû aliyan wê bên nirxandin.

Dû re wê civîna çapemeniyê bê lidarxistin.

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2018, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE