Li Bexdayê di çalakiyan da rojnamevanek bi kêrê hat kuştin

Hat destnîşankirin ku Zeyd Mihemed Hefaciyê nûçegihanê wêneyan jî duh piştî şopandina protestoyan dema vedigeriya mala xwe li ber derê xwe bi destê kesên nediyar hat revandin

Li Bexdayê di çalakiyan da rojnamevanek bi kêrê hat kuştin

Li Bexdaya paytextê Iraqê li Meydana Hellaniyê ya çalakiyên dijî hikûmetê dewam dikin rojnamevanek hat kuştin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên Midûriyeta Ewlekariay Bexdayê hatin sitandin, Ehmed Muhenneyê nûçegihanê wêneyan li Meydana Hellaniyê ya li bênî Meydana Tehrîrê hat kêrkirin û mir.

Hat ragihandin ku li Meydana Hellaniyê êrîşa çekdarî hat kirin di wê demê da Muhenneyê protestoyên li paytextê welêt teqîb dikir hat kêrkirin.

Ehmed Muhenneyê nûçegihanê şer li gelek herêman bûyer teqîb kiribûn û di dema têkoşîna dijî DEAŞê da jî gelek wêne kişandibû û xeber nivîsandibû. Muhenne ji destpêka çalakiyên li Bexdayê vir da bûyer dişopandin.

Wekî mayîn hat destnîşankirin ku Zeyd Mihemed Hefaciyê nûçegihanê wêneyan jî duh piştî şopandina protestoyan dema vedigeriya mala xwe li ber derê xwe bi destê kesên nediyar hat revandin.

Duh êvarê kesên çekdar ên nediyar avêtibûn ser çalakvanên li Meydana Hellaniyê çeporasto gule agir kiribûn û 16 kes hatibûn kuştin û 70 kes jî birîndar bûbûn.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji herêmê ragihandin piştî kuştina 16 kesan û birîndarkirina 70 kesî ji gelek herêmên bajêr gel ji bo piştgiriyê hat Meydana Hellaniyê.

Ji roja yekşemê ya Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê îstifaya xwe dabû vir da cara ewil e meriv hatin kuştin.

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2019, 13:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE