Li Bexdayê kesên nasnameya wan hê nediyar e gule reşandin ser avahiya otoparkê ya 7 qatî ya nêzî Pireya Sînekê ya lu çend kîlomêtro dûrî Meydana Tehrîrê ye û ji hêla xwepêşandêran va tê emilandin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan 16 kes ji ber gulebaranê hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn.
- Bi wesayîta bêplaka gule reşandin
Şahidan qal kir ku koma çekdar a ku bi wesayîtên sivîl ên bêplaka hat cihê bûyerê pêşî molotof avêt avahiya otoparkê paşê agir berdayê û piştra jî gule reşandin ser xwepêşandêran.
Hat ragihandin ku li herêma ku dengê çek û pevçûnan tê rageşî didome.
Meqamên Iraqê jî hê der barê mijarê da tu daxuyaniyên fermî nedan.AA