Li Beyogluyê agir bi avahiyeke 5 qatî ket û 4 kes tê da mirin û kesek birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Asmali Mescidê li kuçeya Şehbenderê agir bi qatên jorîn ê avahiyeke 5 qatî ket û sedema şewatê hê ne diyar e.
Li ser êxbarê ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û 3 kesên ku di avahiyê da mehsûr mabûn, derxistin derva.
Hat dîtin ku bedena birîndarên giran di şewatê da cî bi cî şewitîye û piştî midaxaleya ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Ji 3 birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê 2 jê xelas nebûn.
Ekîbên îtfaiyeyê li ser agahiya ku hinekên din jî tê da mane xebat domandin û cesedên 2 kesên din dîtin.
Li cihê şewatê xebatên ekîbên îtfaiyeyê dewam dike.
AA