Germava Zimridê ya Beytüşşebapa Şırnakê, li herêmê gelekî bi nav û deng e. Şaredariya Beytüşşebapê jî ji bo germavê butçeyek veqetand. Şaredarî û qeymeqamî niha ji bo germavê 6 hewz û otelekê ava dike.
Zivistan û havînan, selewext ava germ heye li quntarê Çiyayê Qatoyê.
Germava Zimridê, li Beytüşşebapa Şırnakê ye.
Lê ji çar aliyên welêt, xelk tên ser vê ava germ.
Şaredarî û Qeymeqamiya Beytüşşebapê ji bo hawirdora germava Zimridê 6 hewz û oteleke modern ava dike.
Êdî welatiyên ku bên Beytüşşebapê wê karibin şeva xwe li vir derbas bikin.
Di çarçoveya projeyê de 26 ode, mescid, xwaringeh, cih û warên bêhnvedanê jî hene