Li Beytüşşebapê înşeata mizgefta mezin dewam dike

Tê plankirin ku çêkirina mizgeftê heta cejna qurbanê bê temamkirin û ji bo îbadetê bê vekirin.

Li Beytüşşebapê înşeata mizgefta mezin dewam dike

Di meha remezanê de welatî ji bo îbadetê diçin mizgeftan. Li Bêşebaba Şirnexê înşaata mizgefta nû dewam dike. Li Dêrika Mêrdînê jî welatî di mizgefta prefabrîk de îbadetê dikin. Ew ji rayedaran dixwazin bila mizgefta wan bê çêkirin.

Li Bêşebaba Şirnexê, înşaata mizgefta mezin dewam dike.

Beriya vê li navçeyê mizgefteke mezin hebû. Derbarê mizgeftê de raporek hat amadekirin û ew mizgeft hat hilweşandin.

Tê plankirin ku çêkirina mizgeftê heta cejna qurbanê bê temamkirin û ji bo îbadetê bê vekirin.

Li Dêrika Mêrdînê, mizgefta taxa Kanya Gûzê par hatibû hilweşandin. Dihat plankirin ku şûna wê mizgefteke nû bê çêkirin.

Lê ji ber ku hêj çêkirina mizgeftê dest pê nekiriye welatî di mezgefta prefabrik de îbadetê dikin.

Welatî ji bo îbadetê tên mizgeftê, lê ji ber germê aciz dibin.

Cimaet ji reyêdaran dixwazin bila dest bi çêkirina mizgeftê bikin.

Dîroka nûkirinê: 18 Gulan 2019, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE