Li Bêşebaba Şirnexê ji aliyê welatiyên xêrxwaz ve “sifreya biratiyê” hat danîn. ev sifre dê du rojan dewam bike û tê texmînkirin ku 3 hezar kes werin ser sifreya biratiyê.
Li çar aliyên Tirkiye û cihanê ji bo Remezanê gelek sifreyên biratiyê tên danîn.
Yek ji wan sifreyan jî li Bêşebaba Şirnexê ji aliyê xêrxwazên navçeyê ve ji bo 2 rojan hat danîn.
Di roja ewil a sifreya biratiyê de li nêzî 2 hezar welatiyî xwarin hat belavkirin.
Her wiha ligel rayedarên Bêşebabê hin leşker jî beşdarî sifreya biratiyê bûn.
Tê texmînkirin ku di vê çarçoveyê de xwarinê bidin 3 hezar kesî.