Li Bidlîsê 2 cendirme şehîd ketin

Li Bidlîsê bi terorîstan ra pevçûn derket, di pevçûnê da 2 çawîşên pispor ên cendirme şehîd ketin.

Li Bidlîsê 2 cendirme şehîd ketin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Bidlîsê bi terorîstan ra pevçûn derket, di pevçûnê da 2 çawîşên pispor ên cendirme şehîd ketin, 4 çawîşên pispor ên cendirme jî bi awayekî sivik birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya wezaretê nêzî herêma Sehiyê ya li ser navendê di çarçoveya "Operasyona Serpelê Pispor ê Cendirme yê Şehîd Erhan Bahargulu" ya ku bi destê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr va tê kirin da bi komek terorîstan ra pevçûn derket.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di pevçûnê da 2 çawîşên pispor ên cendirme şehîd ketin, 4 cendirme jî bi awayekî sivik birîndar bûn û hat gotin ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û şifayê bide birîndaran.

Hat gotin ku li herêmê operasyon dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE