Li Bidlîsê berhemên ku jinan li malên xwe çêkirine hatin nîşandan

Ji ber şewbê jin neçûn qursên Şaredariya Bidlîsê û Midûriya Navenda Perwerdeya Gel, lê jinan li malê gelek berhemên destan çêkirin û bi pêşangehekê pêşkêşî gel kirin.

Li Bidlîsê berhemên ku jinan li malên xwe çêkirine hatin nîşandan

Li Bidlîsê jinên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) neçûn qursên şaredariyê û navenda gel li malê ji xwe ra gelek berhemên ji hev xweşiktir çêkirin.

Ji ber şewbê jin neçûn qursên Şaredariya Bidlîsê û Midûriya Navenda Perwerdeya Gel, lê jinan li malê gelek berhemên destan çêkirin û bi pêşangehekê pêşkêşî gel kirin.

Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mehmet Emîn Korkmaz pêşangeh vekir û ji rojnamevanan ra daxuyand jinan bi saya perwerdeya berê hildabûn tiştên ji hev xweşiktir çêkirine.

Korkmaz anî ziman heta niha wan sertfîka daye qasî hezar kesî û wiha axivî: "Ji ber şewbê me gelekî zehmetî kişand. Jinan li malên xwe perwerdeya qursan şopandin. Di qursên ku hatin vekirin da jî kêm kesan li gor tevdîrên mesafeyê perwerde dît. Mamosteyên hîndekar û qursiyeran berhemên nuwaze çêkirine. Ez spasiya her kesê ku keda wan di vê da heye dikim. Em bi pêşangehê va namînin, me çend cihên li Stenbolê ra xeber da. Emê di demeke nêz da li dervayî bajêr jî bifroşin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE