Li Bidlîsê berxên "mizgîniya biharê" heywandar kêfxweş kirin

Li herêma ku zivistiana wê dijwar derbas dibe, berxên nûbûyî yên "mizgîniya biharê" ji bo ku bimijin rojê du danan berdidin ber maka wan.

Li Bidlîsê berxên "mizgîniya biharê" heywandar kêfxweş kirin

Li Elcewaza navçeya Bidlîsê berxên nûbûyî kêfa heywandaran xweş kir.

Li navenda Bidlîsê û navçeyên wê ku xwedîkirina pez berbelav e, serî ket pez ku heywandar ji zû va ye li bendê bûn.

Li gundê Çanakyaylayê yê li pêşa Çiyayê Sîpan, zayîna pez, heywandar hem kêfxweş kirin û hem jî barê wan girantir kir.

Li herêma ku zivistiana wê dijwar derbas dibe, berxên nûbûyî yên "mizgîniya biharê" ji bo ku bimijin rojê du danan berdidin ber maka wan.

Şêniyê gundê Çanakyaylayê yê heywandar Hamit Akkuş diyar kir ku debara xwe bi heywandariyê dike û ew kêfxwe e ku hejmara berxan zêde dibe.

Akkuş bal kişand ku zivistanê xwedîkirina pez pir bi zehmet e û wiha dewam kir:

"Deriyê debara me bi tenê heywandarî ye. Em li pêşa Çiyayê Sîpanê heywandariyê dikin ku stûriyê berfê bi qasî metreyekê ye. Gava em berxan berdidin maka wan, dîmenên pir xweş û hestiyar derdikevin holê. Berî ku serî bikevê, me pez rojê du dan alif dikir, lê niha piştî zayînê em rojê çar danan alif dikin. 14 sal e ez heywandariyê dikim. Heger heywandarî nebe ez nikarim debara xwe bikim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE