Li Bidlîsê ji ber xetereya şepeyê 40 mal hatin valakirin

Li Bidlîsê ji ber xetereya şepeyê 40 mal hatin valakirin

Li Taxa Gazîbeyê ya Bidlîsê ji ber rîska şepeyê 40 mal berwext hatin valakirin.

Piştî lêkolîna ekîbên Midûriyeta AFADê, welatiyan malên xwe yên li berojê Çiyayê Dîdebanê vala kirin. Welatî di mala polêsan û otêlan da hatin bicihkirin.

Midûrê AFADa Parêzgehê Erdal Tunçtan ji rojnamegeran ra diyar kir, ji bo ku tax ewle bibe, çi ji destê wan hat, wan kir.

Tunçtan da bibîrxistin ku şêniyên taxê êvara 18ê Adarê îxbara şepeyê kirin û wiha dewam kir:

"Li ser îxbarê me ekîbên xwe şandin herêmê û pêşlêkolîna pêwîst da kirin. Di encama lêkolînê da me tesbît kir ku li deverê li 5 cihên cuda xetereya şepeyê heye. Bi xebatên me va her wisa me tesbît kir ku di afateke şepeyê ya muhtemel da 40 mal di bin rîskê da ne. Lewma em bi Walî Oktay Çagatay û Şaredar Nesrullah Tanglay şêwirîn û me biryara texliyekirina berwext a van 40 malan da."

Tunçtan diyar kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin, wan du otêl û mêvanxaneyeke qamûyê eyar kirin û lêçûnên mayîn ên xwarin û mayînê jî ji hêla AFADê tên dabînkirin.

Tunçtan bal kişand, li herêmê di salên 1990 û 200î da afata şepeyê qewimî, lewma jî wan ji bo ewlehiya canê welatiyan biryara texliyeya berwext da.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE