Li Bidlîsê li Navenda Kaşûnê ya Xana El Emanê qelebalixiya dawiya hefteyê

Kaşûnhezên ku çûn navenda kaşûnê, li navendê ji xwe ra kaşûn û snowboard kirin û her wiha hinekan jî tevî zarokên xwe bi xizekan xwe şiqitandin.

Li Bidlîsê li Navenda Kaşûnê ya Xana El Emanê qelebalixiya dawiya hefteyê

Li Bidlîsê kesên ku keysa xwe li tetîla nîvê salê û ya dawiya hefteyê anîn, li Navenda Kaşûnê ya Xana El Emanê qelebalixî çêkirin.

Li bajêr piştî barîna berfê ya hefteya çûyî, kesên xwestin hewaya xweş binirxînin, berê xwe dan navenda li ser rêbejaya Bidlîs-Tetwanê.

Kaşûnhezên ku çûn navenda kaşûnê, li navendê ji xwe ra kaşûn û snowboard kirin û her wiha hinekan jî tevî zarokên xwe bi xizekan xwe şiqitandin.

Kaşûnhez Mesut Turşak diyar kir ku ew di tetîla xwe ya dawiya heftyê da hatin navenda kaşûnê û wiha dewam kir, "Zivistanê çalakiyên bi vî rengî xweş in, em li navendê kaşûnê dikin û stresa xwe diavêjin."

Ozlem Dogana ji Enqereyê digel zarokên xwe hatiye jî diyar kir û wan xwest, tetîla xwe ya nîvê salê bi kaşûnê binirxînin.

Doganê bal kişand ku tesîs pir xweş e û wiha dewam kir, "Min gelek ciyên wekî Uludag û Ilgazê dîtin. Li wan deran, kêfa me bêtir ji vir ra hat. Em kêfxweş in ku em li vir in. Kêfa zarokan jî li cih e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE