Serokê Komeleya Firûnvanên Tetwanê Maşuk Aksoy eşkere kir, li bajêr bihayê nan wekî 2 lire û 50 qurişî hat tesbîtkirin.
Aksoy diyar kir, maliyeta di hemû warên lêçûnê da yên firûnvanan zêde bû.
Aksoy got ku lewma jî wan biryar sitand ku zem bidin ser bihayê nan û wiha dewam kir, "Maliyeta ar û ya warên din ên lêçûnê yên firûnan zêde bû. Di îstişareyên me yên digel firûnvanan da me biryar sitand ku em nan 50 qurişî zem bikin. Biryara me hat pejirandin û li tevahiya parêzgeha me bihayê nan bû 2 lire û 50 qurişî."
AA