Li Bidlîsê pirsgirêka rêya 200 gundan hat çareserkirin

"Me maliyeta rê ya ku da ji 50 milyon lireyî daxist 35 milyon lire. Çêkirina rêyên me wê di demeke kin da biqede"

Li Bidlîsê pirsgirêka rêya 200 gundan hat çareserkirin

Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay der ba xebatên li bajêr kirine axivî û wiha got: "Me maliyeta rê ya ku da ji 50 milyon lireyî daxist 35 milyon lireyî. Çêkirina rêyên me wê di demeke kin da biqede. Hê zivistan neyê em ê rêyên gundan xilas bikin. Me heta niha rêya 200 gundan çêkir."

Walî Çagatay bi Qeymaqamê Xelatê Mustafa Akgul û lijneya ligel çû gundên Saka, Otluyazi, Develîk, Yogurtyemez, Karakol, Harmantepe, Cîhangîr, Dîzdar û Soganliyê û rêyên nû kontrol kirin. 

Çagatay daxuyanî da rojnamevanan û got ku wan ji bo çêkirina 35 milyon lire xerc kirine û wiha axivî:

"Rêyên îhaleya wê ji hêla Yekîtiya Xizmetên ji Bo Gundan va hatiye dayîn tên çêkirin. Niha li bajêr û 6 navçeyên me xebat didomin. Me niha rêyên li Xelat û navçeya Elcewazê kontrol kirin. Me ji bo rêyên gundên Xelatê 5 milyon lire, ji bo rêyên gundên Elcewazê jî 3 milyon lire xerc kirin. "Me maliyeta rê ya ku da ji 50 milyon lireyî daxist 35 milyon lireyî. Çêkirina rêyên me wê di demeke kin da biqede. Hê zivistan neyê em ê rêyên gundan xilas bikin. Me heta niha rêya 200 gundan çêkir."

Walî Çagatay di ziyaretê leyîstok bi diyarî da zarokan. AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tebax 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE