Hat ragihandin ku li 18 gund û gomên Tetwan û Hîzana navçeyên Bidlîsê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li 18 gund û gomên navçeyan hetanî 20ê adarê saet 23.59an qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Agahî hatin hildan ku terorîrstan li Guntepe, Beşîklî, Uçankuş, Yorgalar, Sarîdal, Çoreklî, Suboyî, Dîrlîk, Qisiqlî, Kepenek, Donertaş, Aktoprak, Boblesur, Sallîca, Teknecixa gund û gomên Tetwanê û Yixinkaya, Gezer û Çikçika gung û gomên Hîzanê sitargeh ava kirine, ji bo derdestkirina terorîstan û pêkanîna ewelhiya can û malê gel ji saet 06.00an pê va (Xwendekar ew ê ji xwendingehên xwe nemînin) hetanî 20ê adarê saet 23.59an qedexeya derketina derva hat îlankirin."AA