Li Hîzana navçeya Bidlîsê ji bo 10 gund û goman qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku li Delîktaş, Ekînlî, Gurecî, Tutumlu, Alancik, Akyel, Karbastı, Karlitepe, Koçyîgît û Doyumluya gundên Hîzanê û gomên ser wê hat tespîtkirin ku mensûbên PKKya rêxistina terorê ji xwe ra cihê mayîn û starbûnê ava kirine. Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Hêzên ewlehiyê ji bo ku ew mensûbên rêxistina terorê bên qefaltin, zirar negihêje ewlehiya can û malê welatiyên me di çarçoveya xala 11/Cya Qanûna Îdareya Bajêr da ji 15ê Cotmehê roja duşemê ji saet 18.00an heta serê sibê saet 07.00an (bi awayê ku zarok û mamoste bikaribin biçin mekteba xwe) her roj qedexeya derketina derva hat îlankirin."